
Filimeke Qubadi KurdishCinema.com / Avrél 10, 2007 Şahînê B. SOREKLÎ / Sydney Navê Behmen Qubadî di van salên dawîn de wek derhênerekî kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Bi taybetî li dû sê filimên balkêş yên di cîhana sînemayê de şûneke grîng girtinî, filimên Dema Hespên Serxweş, Stranên Welatê Min û Kûsî jî Dikarin Bifirin, Behmen Qubadî wek derhênerekî kurd bi nav û deng bû. Bi derketina filima wî ya 4em re (filimên dirêj) ew di hinek gotarên mîdyaya navneteweyî de wek baştirîn derhênerê kurd û îranî hat binavkirin. Filima wî ya nû ku wek “Nîvê Hîvê” dihêt nasîn, filima ku mirov ê bikaribe bi kurmancî navê “Hîva li Çardehan” jî lê bike, dîsa bi naveroka xwe ya çîrokî û wêneyî wek yeke gellekî çak dihêt hesibandine. Bi taybetî dîmenên di filimên Qubadî de û hunera wênekêşiyê bala pisporên filiman û sînemayê dikisgînin û heye ku bi saya wan be ku filimê wî li şûnên cuda xelat bi dest xistine. Hêjayî gotinê ye ku di Festîvala Filman ya Cannes de filima Dema Hespên Serxweş Xelata Kamêreya Zêrîn bi dest xistibû. Yek ji nivîskar û rojnamevanên ku gotar derbarê filima Qubadî ya dawîn de nivîsandine rojnamevanê beşê erebî yê dezgeha brîtanî ya ragîhandinê BBC Emîr el Umerî ye (Malpera BBC/Beşê Erebî: 13/02/2007). Li vir ez ê ji bo hinek agahiyên derbarê filima Nîvê Hîvê de sûdê ji wê gotarê bigirim. Festîvala Filiman ya Rotterdam filma 4emîn ya Behmen Qubadî raber kir. Navê filimê Nîvê Hîvê ye û mebest hîva di nîvê meha koçî ya îslamî de ye, dema ku hîv dîmena xwe ya herî bedew raber dike, dîmena ku di çandên rojhilatî de navdar e. Di vê filimê de ji bilî jana çirrandina Kurdan di navbera Îranê û Îraqê de filim realîteyê, helbestê û ramanên sofîyî di naveroka xwe de dixe nav hev. Filim xwe têkile çîroka stranbêjekî kal yê bi navê Mamo dike ku va 35 sal in ji stranbêjiyê hatiye veqetandin û ji başûrê Kurdistanê koçe rojhilatê Kurdistanê kiriye. Mamo dixwaze li dû dawîhatina recîma Seddam Husên li başûr vegere û li wir di konsêrtekê de beşdar bibe, konsêrteke ku dê bibe ya pêşwazîkirina azadiyê. Lê xwegîhandina amancê ji bo Mamo ne hêsan e. Divêt ew her 10 kurên xwe, ku di heman demê de endamên koma wî ya stranbêjiyê ne, bigihîne hev, jinekê jî ji bo beşdarbûna di komê de bibîne û divêt ew bi rêyeke çiyayî xwe bigihînin başûrê Kurdistanê. Ji dest kurê wî Kako dihêt ku kamiyona hevalekî jê bigire da ew xwe bi wê bigihînin şûna li başûr. Berpirsên kurd li wir her tişt ji bo konsêrtê amade kirine û çaverê dikine ku Mamo ligel kurên xwe û keçeke stranbêj ya bi navê Hişo bigihê. Li Îranê stranbêjî ji bo jinan qedexe ye û divêt Mamo li deriyê sînor jina stranbêj di kamiyonê de veşêre. Di rê de Mamo û yên bi wî re rastî gellek dijwarî û kêşeyan dihên û tiştine wan jî dihên dizîn. Dû re leşgerên îranî rê nadin derçûna lawine wî. Li ser sînor stranbêja bi navê Hişo jî ji aliyê leşgeran ve dihêt dîtin û vegerandin. Ligel hemî asteng û dijwariyan jî Mamo dest ji amanca xwe bernade. Ew diçe gundekî da ku alîkariya hevalekî xwe yê stranbêj, dostekî ji demên par, bixwaze, bi amanca ku ew bi wî re biçe û bikaribe jineke din ya dengbêj bibîne. Lê felekê hemî rê li pêş Mamo girtine. Dema digihê gund dibîne ku gundî li goristanê dostê wî yê nû mirî binax dikine. Dema Mamo digihê ser gorê dengekî stranbêj yê melayîkeyî dihêt û bi hatina wî dengî re giyanê goranîbêjê ku dihêt binaxkirine di gorê de diheje. Lê ligel ku dengê stranbêj giyanê yê mirî dilivîne jî hêviya Mamo ku dostê wî zindî bibe bi cîh nabe. Qubadî dibêje ku wî va mijara ji mûzîka Mozart ya bi navê “Kombûna Binaxkirinê” girtiye, mûzîka bi navê “Reqiem” ku Mozart di sal 1791 de, ber mirina xwe, nivîsandibû. Di filimê de gellek ramanên bi mirinê ve peywendîgir hene. Ber bi dawiya filimê bokeyê çîrokê Mamo xwe di nav rûyê hîvê de dibîne, wekî ku li wir raza be. Va yeka dikare şaneke dawîhatina jiyana wî bi xwe be. Bi encamê Mamo goreke di şêweya hîvê de dikole û ji lawên xwe dixwaze ku wî tê de veşêrin. Lawên wî çi dikin jî Mamo li dû negihîştina amanca xwe nema dixwaze ji gorê rabe. Dengekî xweş yê jinekê xwe ji jor ve digihîne Mamo û jê re dibêje bila xeman mekişîne, ku wê hemî stranên wî ji ber kirine û hatiye wî bi xwe re bibe başûrê Kurdistanê, şûna ku lê her tişt ji bo gihîştina wî amade ye. Di wê demê de ku xwediya dengî li vir wek melayîkeyeke alîkar e, heye ku ew di heman demê de hilgirvana nameya dawîhatina jiyana Mamo be û di rêya ber bi mirina ku rev jê niye de bibe rêbera wî. Di filima xwe de Qubadî dîmeneke bi sedan jin raber dike. Ew radigihîne ku 1334 jinên stranbêj ji ber stema recîma Seddam Husên reviyabûn vî gundê başûrî yê nêzikî sînorê tev Tirkiyeyê. Rast be, ne rast be, ne grîng e li vir. Grîngî di wê yekê de ye ku dîmen û raman dibin sîmbola stema li ser jinan, berbendkirina azadiya wan û bidûrxistina wan ji karên hunerî yên wek dengbêjiyê û rolgirtina di filimên sînemayê de. Karbidestiya Komara Îslamî ya Îranê raberkirina va filima Qubadî li Îranê qedexe kir. Ew filimê wek haceta ragîhandina ramaneke cudaxwaziyê dihesibîne çimkî filim bi awayekî sîmbolî jana jihevveqetandina gelê kurd raber dike. Qedexekirina filimê li Îranê Qubadî pirr hêrs kiriye. Ew dibêje, ger wî zanibûya karbidestiya îranî dê rê nede raberkirina filimê, qe nebe wî dê ew bi keyfa xwe çêkiribûya. Ji bo hêviya ku filim li Îranê bihêt raberkirin wî xwe bi xwe di karê xwe de sansor bi kar hanîbûye û nuha, bi encama qedexekirina filimê, ew li vê kiryara xwe poşman e. Wekî hemî filimên Qubadî Nîvê Hîvê jî bi dîmenên Kurdistanê yên çiyayî, dîmenên ku çavên mirovî vekirî dihêlin û temaşevanî di nav sihra bedewiya xwe de dihelînin, tiji ye. Kamêra dîsa ji heqê karê xwe derdikeve, dizane çawa li ronahiyê û siyê xwedî derkeve. Mûzîka bedew li paş dîmenên bedew û di navebera wan de xwe digihîne guhan. Filim bi rêyeke aram û şaristanî nasnameya kurdî bi awayekî sîmbolî, bi rêya naveroka xwe ya bedew û helbestî diyar dike. Mixabin ku bokeyê filimê Mamo tenê bi mirinê digihê amanca xwe. * shahinsorekli@hotmail.com çavkani: netkurd.com - 6/4/2007 |

