
"Kûsî jî dikarin bifirin" 37'emîn xelata xwe girt KurdishCinema.com / 06 Avrêl2007 Devrim Kılıç Komeleya Rexnegirên Hunerê yên Şîlî ji bo fîlmê "Kûsî jî dikarin bifirin" Xelata Fîlmê Herî Serketî da derhênerê kurd Behmen Qubadî. Komeleya Rexnegirên Hunerê yên Şîlî di sala 1955'an de li paytexta Şîlî Santiagoyê hatiye avakirin û her sal di warê sînema, wêje, şano û televîzyonê de xelatan dide. Komeleyê di nav fîlmên 2006'an de Xelata Fîlmê Herî Serketî ji bo "Kûsî jî dikarin bifirin" guncav oîü. Tevî vê xelatê bû 37 xelat ku "Kûsî ji dikarin bifirin" digire. Qubadî di sala 2006'an de li Şîliyê ji ber xebatên wî yên hunerî yên serketî ji Festîvala Fîlman a Cineropa ku ji aliyê Şaredariya Santiago ve tê organîzekirin Xelata Taybet a Cineropa girtibû. "Kusî jî dikarin bifirin" ku heta niha beşdarî 69 festîvalên navneteweyî bûye, ji Festîvala Fîlman a Sebastian Xelata Îstîrîdyeya Zêrîn jî girtibû. Her wiha şîrketa fîlman a Qubadî Mij Fîlm daxuyaniyeke da û da zanîn ku li 48 welatan mafê belavkirina "Kûsî jî dikarin bifirin" hatiye girtiye û dê fîlm li wan deran tê nîşandayîn, dê bê nîşandayîn. Her wiha Qubadî ku meha borî li Adelaideya Avusturalyayê bi nexweşî ketibû rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. ANF NEWS AGENCY Çavkani: diyarname.com |
|
|