
Stenbolê xelata xwe da Behmen Qubadî KurdishCinema.com / Avrél 16, 2007 Cemil Oguz - Istanbul * 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Xelata mezin a festîvalê “Laleya Zêrîn” derhênerê norwecî Joachim Trier bi fîlmê “Dubare” girt. Derhênerê kurd Behmen Qubadî jî bi fîlmê xwe “Nîvê Heyvê” di warê Pêşbaziya Navneteweyî de Xelata Gel a Radîkalê girt. Şeva xelatdayîna festîvalê ji aliyê Ozge Ozberk û Halît Ergenç ve hate bi rê ve birin, hunermend Zuhal Olcay jî stranên xwe pêşkêş kirin. Îsal “Xelata Rûmetê ya Sînemayê” dan derhêner, fotografkêş, muzîkar û nivîskarê amerîkayî Gus Van Sant. ÎKSV û Konseya Ewropayê jî bi hevkariyê îsal yekem car xelateke binavê “Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê (FACE)” da. Xelata ku êdî her sal dê bê dayîn, îsal ji bo fîlmê "Bamako" dan derhênerê ji Malî Abderrahmane Sissako. Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg Xelata FACE ya Sînemayê ji bo bigihîne derhêner Sissako da Dîrektorê Beşa Fransî ya ARTE Michel Reilhac. Reilhac got, “Li ser navê hemû hunermendên li Parzemîna Afrîkayê ku ji bo hunerê têdikoşin em vê xelatê digirin.” Xelata Gel a Radîkalê ku bi dengdayîna temaşevanan tê dayîn jî, di warê Pêşbaziya Navneteweyî de derhêner Behmen Qubadî bi fîlmê xwe “Nîvê Heyvê”, Nurî Bîlge Ceylan jî di warê Pêşbaziya Neteweyî de bi fîlmê xwe “Îklîmler” girt. Qubadî da zanîn ku ji ber di heman kategoriyê de ew tevî N. Bîlge Ceylan xelatê digire gelek kêfxweş e. Bi vî awayî Qubadî yekem xelata xwe ya li Tirkiyeyê girt. Her wiha di şevê de herî zêde Zekî Demîrkubuz xelat girt. Demîrkubuz bi 3 xelata bû xelatgirê şevê. Xelatên 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Beşa Pêşbaziya Navneteweyî *Laleya Zêrîn, Joachim Trier bi fîlmê “Dubare”, * Xelata Juriyê ya Taybet a Laleya Zêrîn, Tom DiCillo bi fîlmê “Bi dînikî” Beşa Pêşbaziya Neteweyî * Fîlmê Herî Serketî yê Tirk, “Îklîmler”, N. Bîlge Ceylan, * Derhênerê Herî Serketî, Zekî Demirkubuz bi fîlmê “Kader” * Lîstikvana Herî Serketî, Ozgul Namal bir ola xwe ya di “Beynelmilel” de * Lîstikvanê Herî Serketî, bi rolê yê di “Takva” de Erkan Can û bi rolê xwe yê di “Kader” de Ufuk Bayraktar * Xelata Taybet a Jurî bi fîlmên xwe derhêner Sirri Sureyya Onder û Muharrem Gulmez Xelata Konseya Sînemayê (FACE) * Xelata FACE, bi fîlmê “Bamako” Abderrahmane Sissako Xelata Fibresci * Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de, Peter Schønau Fog bi fîlmê xwe “Hunera Girînê” * Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de, Zekî Demîrkubuz bi fîlmê xwe “Kader” * Xelata ku ji bo bîranîna Onat Kutlar tê dayîn jî Zekî Dêmîrkubuz bi “Kader” girt. Xelata Gel a Radîkalê * Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de Behmen Qubadî bi fîlmê xwe “Nîvê Heyvê”, * Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de Nurî Bîlge Ceylan bi “Îklîmler”. çavkani: diyarname.com |

