
Nîvê Heyvê li Stenbolê ye KurdishCinema.com / Avrél 11, 2007 Cemil Oguz* Fîlmê derhêner Behmen Qubadî yê bi navê "Nîvê Heyvê" di çarçoveya 26'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn. Qubadî jî derket ser dikê û got. "Min xwest Mozartê kurd çêbikim." "Nîvê Heyvê" çîroka rêwîtiya komeke muzîkaran pêşkêş dike. Mamo ku 35 sal in ji ber qedexeyê muzîk çênekiriye, piştî têkçûna Sedam kurên xwe berhev dike û dê biçe li Hewlêrê konsereke bide. Û tiştên ku di rê de têne serê wan, carinan temaşevan dide kenandin, carinan hêstiran tîne xwarê. Fîlmê ku duh hate nîşandayîn, piştî fîlm derhêner Behmen Qubadî derket ser dikê û bersiva pirsên temaşevanan da. Qubadî da zanîn ku ji bo 250'mîn salvegera Mozart ev fîlm bi piştgiriya Avusturyayê kişandiye û wiha domand; "Di du hefteyan de min casta wê, cihê kişandinê hemû amade kir û me kişand. Min xwest bi çavê kurdekî li meseleya Mozart binêrim. Min xwest Mozartê kurd çêbikim."
hilbijartin. Qubadî piştî kişandinê li ser gotina hevalên xwe ji hin sahne ji fîlm derxistine, lê dîsa jî Îranê fîlm qedexe kir. Qubadî wiha domand: "Ji min re gotin, 'Tu Kurdistanek cihê dixwazî', Min got, 'Hûn kîjan sahne dixwazin ez wê ji derxim bes qedexe nekin' lê qebûl nekirin. Lê di DVD'ya fîlm ku derkeve de sehneyên ku Behmen Qubadî da zanîn ku ew du salan carekê li ser kurdan fîlm çêdike û dixwaze pirsgirêkên kurdan bîne ziman û got; "Tiştên ji nava min tên min xwest bibêjim." Her wiha Qubadî da zanîn ku 3 meh paşê dest bi fîlmekî din dike. Fîlmê Qubadî "Nîvê Heyvê" di 12.04.2007’an, saet 21.30’an de li Salona Atlasê, 14.04.2007’an de jî saet 13.30’yan de li salona sînemayê ya Rexxê dê bê nîşandayîn. *çavkani: diyarname.com |
