
Û nêrgiz Bişkivîn ê li Festîvala Montrealê bê nîşandan KurdishCinema.com / 20 Tebax 2006 Fîlmê kurdî ”Û nêrgiz Bişkivîn” di beşê dervayî pêşbirkê de ê di Festîvala Montrealê de bê nîşandan. Festîvala Cîhanî a Filman a Montrealê a 30ê îsal ê di navbera 24ê agustosê û 4ê îlonê de pêk bê. Serokê Festîvalê Serge Losique bi civîneka çapemeniyê programê festîvlalê ragihand. Îsal ê ji 76 welatan 215 fîlmên dirêjkêş, 194 fîlmên navîn û Kurt bên nîşandan. Ê premîera 106 fîlman li wê derê bê kirin û 58 fîlm jî cara pêşîn li amerîkaya bakur bên nîşandan. Di beşê pêşbirka resmî a festîvalê de 24 fîlm ê di ber hev bidin.
bê nîşandan. ”Û nêrgiz Bişkivîn”, senaryo ji bal Hussein Hasan Ali, Massoud Arif Salih, wêne ji bal Mohammad Jano, deng ji bal Hossein Ghoorçian, montaj ji bal Hayde Safi-Yari, muzîk A.J. Sargerrma hatiye amadekirin. Yên ku tê de rol girtine Hussein Hassan Ali, Massoud Arif Salih, Bakir Kovli, Mohammed A. Artişi, Ismail Zuber, Şahin Kivork, Hakar Mohsin, Awaz, Casum, Beybun, Suleiman, Arazu ne Derhênerê fîlmî Şevin for Art production, Cinê FK2 production (France) e. Peywendî, organîzator û dîstrîbutorê fîlmî Cinê FK2 Production e. Berpirsê giştî Şuayb Adlig li ser karûbarê belavkirin û xwenasandina fîlmê ”Û nêrgiz Bişkivîn” wiha ragihand Netkurdê:
dikim ji bo resmiyetê, ji bo kopî û tercuma binnivis ,çêkirina afîş û kataloga wê.
berpirsên fêstivalên navnetewî re. Bêguman ji serî hêyani îroj têr nake, îmkanên aborî lazim in, ew ji li ba me tuneye. Şirketa min Cine FK2 Produc. Fermî endama merkeza sinemaya Fransayê ye. Filîm resmî wek ê kurdên Iraqê ye. Em bi wê statuyê ketin festîvala BERLINALE a 56an. Dibên “denge zirnê ji dûr ve xweş tê." Lê ez û berpirsên festivalan dizanin ku çi buyiye. Piştî biserxistina li Berlinalê, min ”Û nêrgiz Bişkivîn” xist festîvala welatên erêban li Parisê ji bo nasandin û xurtkirina bazara li Evropayê û ya ereban. Yekem car e ku filmekî kurdi xistin beşa yekem a musabakatan. Festival di 22 temuza 2006ê de pêk hat. Festivala ku ez gelekî serê xwe pê dêşinim festîvala Montrealê ye. Wan em qebûl kirine. Em ê li dervayî pêşbirkê fîlmê xwe nîşan bidin. Piştre belkî li San Francisco, Belçika festivala sînêma Evrupî, ya li Namure, Valancia a li Îspanyayê ya meha çiriyê(october) ê pêk bên. Em mihawele dikin ku beşdarê wan jî bin. Çiriya paşîn li du cihên cudÎ hene: italiya u Polonyayê. Pişt re jî vegave haziri u peyvediye xwe ji bo beşdarbûna Oscarê dikim. Eger qebûl kirin ê gelek baş be. çawkani: www.netkurd.com |



