Li Hamburgê Festîvala Fîlmên Kurdî lidar dikeve KurdishCinema.com / 17 Avrêl 2007 Devrim Kılıç / Melbourne Li bajarê Hamburga Almanyayê 1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li dar dikeve. Festîvala ku dê di navbera 19-25'ê vê mehê de li dar bikeve, dê gelek fîlmên kurdî bêne nîşandayîn. Ev festîval gere di sermaweza 2006'an de lidar biketa, lê ji ber hin sedeman bi paş ve hate xistin. Niha dê pêk bê û li Salona Sînemayê 3001 dê fîlm bêne nîşandayîn. Di festîvala ku hefteyekê dê bidome de digel fîlmên metraj dirêj û kurtefîlm dê belgefîlm jî bêne nîşandayîn. Di festîvala ku ji aliyê Şaxa Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) a Hamburg û Navenda Enformasyona Kurd ve tê li ar xistin dê ev fîlm bêne nîşandayîn: - Erwan Briand "Jina Çiyayê Agirî", - Îlhan Bakir "Deq", - Nuray Şahin "Perre Dima So" - Ozay Şahin "Can Baz" - Nazmi Kirik "Kîmlîk" - Mano Xelîl "David Tolhildan" - Yuksel Yavuz "Zilamê bi caketê sipî" - Hiner Selîm "Dol" - Halil Uysal, Jinda Baran û Dersim Zerevan "Beritan" - Zulfiye Dolu "Em her tim koçber in" - Hisham Zaman "Bawke" - Ozkan Kuçuk "Serxaniyên Diyarbekirê" - Ahmet Soner "Pervane" |


|
|