Komkujiya Helebçe û Enfal dibe film KurdishCinema.com / 6 Nisan 2006 Derhênerê Kurd Celal Seîd Penam bi navê "Ewana kesyan xoş nawê" fîlmekî li ser komkujiya Helebçe û Enfalê amade dike. Ji %80 yê fîlm li rojhelatê Kurdistanê hatiye kêşan û % 20 jî dê nuha li Helepçeyê bê kêşan. Du hunermendê Helebçeyî Aştî Ebdulla û Selahêreş jî di vî fîlmî de beşdariyê dikin. Kambîzî Erşî, Selahê Saad Benaz, Resûlê Xurreme, Jiyanay Nadirî jî aktorên ji rojhelatê Kurdistanê ne ku beşdariyê di fîlm de dikin. Wênegirê fîlm Seyid Mehemed Hesenzade, endazyarê deng Hadî Saad Mahkeme, birêvebirê hunerî Bûrhan Muhemedî û derhênerê fîlm jî Celal Seîd Penam e. Mijara fîlm dê komkujiya Helebçeyê û ya Enfalê be. Li gor nûçeya rojnameya Aso, biryare ev fîlm di hin festîvalên fîlman de beşdariyê bike ku yek ji wan festîvala Cannes e. Çavkanî : Netkurd.com - Aso Weşandin:7/4/2007 saet 08:42 |

|
|