Behmen Qubadî: Ez bi sînemaya xwe şer dikim KurdishCinema.com / 18 Avrél 2007 Hevpeyvîn: Cemil Oğuz - Davut Özalp*
Qubadî hat Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha her ku çû li vir zêdetir jê hate hezkirin. Û herî dawî vê mehê beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû û xelata “Juriya Gel a Radîkalê” girt. Piştî xelat girtinê me li ser xelatê, li ser qedexeya li ser fîlmê wî, rewşa wî ya li Îranê û bêşik nexweşiya wî pêre hevpeyîneke kir... Tu dikarî ji me re qala projeya “Nîvê Heyvê” bikî? Ji ku derket û te kengê te dest pê kir? Di sala 2006’an de li Festîvala Toronto, hevalekî ji Simon Fild gazî min kir, got, “Were li ser Mozart projeyek heye, pênc derhêner hene dê çê bikin, 5 derhêner hatin hilbijartin yek jê jî tu yî.” Min qebûl kir. Proje ji bo Wezareta Çandê ya Avusturya bû. Ez vegeriyam Tehran, lê ez zêde li ser nesekinîm. Ez li ser projeyên xwe yên din dixebitîm, piştî demek dîsa li min geriya, got, “Çi bû, te çi kir?, dem hindik e, dest pê bike.” Min û kek Ebbas Xezalî ji Başûr dest bi produksiyon kir. Du hefteyan de êvaran min senaryo dinivîsand, bi roj min cih û lîstikvan didîtin. Hemû bi giştî sê mêh, sê meh û nivê me girt. Ji aliyekî ve me dikişand, ji aliyê din ve karên din dikir. Û fîlm temam bû. Dîmenên xweş di fîlm de hebûn. Fîlm li kîjan bajaran hat kişandin? Li Sine, Dîwandere, Kamyaran û der û dorê wan deran hat kişandin. Çima Mozartakî Kurd? Te xwest çi bibêji? Min xwest Mozartekî kurd çêbikim, bi muzîka kurd. 250 sal berê Mozart çawa kar kiribû, lê 250 sal paşê Mozartekî kurd Mamo çawa nedikarî karê muzîkê bike. Mozart 250 sal paşê li Îranê bijiya dê çawa ba… Û Mozartekî kurd wekî Mamo ger li Oslo bijiya dê du qat bi ser Mozartra ba, li ciheke wekî Îranê tenê ji bo konsereke biçûk çiqas zehmet, eziyet û azar dibîne. Min xwest van tiştan, tiştên ji dilê min tên pêşkêş bikim. Fîlmê te li qada navneteweyî xelatan digire, lê li Îranê qedexe dibe. Çima? Nizanim, gere vê pirsê em ji Wezîrê Kulturê yê Îranê bikin. Ew fîlmên min xelet dibînin. Fîlmê min normal e. Ew dibêjin, “Fîlmên te dixwazin Kurdistan ji Îranê cihê bibe.” Ez dibêjim ev ne rast e. Ez dixwazim heq û hiqûqê kurdan wekî yê farisan be li Îranê. Heq û hiqûqê kurdan wekî yê tirkan be li Tirkiyeyê. Li vir tirk di rêza yekem de ne, li Îranê faris di rêza yekem de ne, lê kurd çend rêz li jêr, du sê roj li dû wan in. Ez bi sînemaya xwe şer dikim ku wê heq û hiqûqê kurdan bi dest bixim. Digel ku te bi zehmetî fîlm kişand, fîlmê te zor baş e. Tu vê serketina xwe ji ku tînî? Ev enerjî ji ku tê? Nizanim. Ev enerjiya ku bi min re carinan baş e, carinan ne baş e. Ez pir asabî me. Ez fîlman bi vî awayî çêdikim. Ez jiyana li Kurdistanê dibînim, carinan rewşa min pir xirab dibe. Ez zehmetî dikişînim, lê komeke min hebe li Kurdistan bawer bikin ez ê salê çar fîlman çêbikim. Li Kurdistan senaryonûsên profesyonel nîn in. Productor nîn in, hebe dê Behmen Qubadî li ser mafê mirovan, li ser mafê jinan, li ser gelek tiştan fîlman çêbike. Niha encax ez du salan fîlmekî çêdikim. Kurdekî napirse, ‘Tu derhênerê kurd î, tu çi dixwazî?’ Ew hevalê min Ebbasê Xezalî ji Hewlêrê ye, ew dipirse... , alîkariya min dike, li min digere, halê min dipirse. Meha çûyî ez çûm nexweşxaneyê, wî dîsa min pirsî. Mesela çend derhêner hene napirsin ka tu çi dikî. Lê tu organîsazyonek me (kurdan) tune ku ji min bipirse, ka tu diçî çi nakî. Niha min hin fîlm çêkirin, ez niha dixwazim fîlmekî mezintir li ser dîroka kurdan çêbikim, li ser jiyana kurd. Lazime sînemayeke baş çêbibe. Ji bo vê yekê jî organîzasyoneke mezin lazim e bo ku alîkariya derhêneran, sînemavanan bike. Ma li Başûr jî organîsazyonên ku bibin alîkar nîn in? Hene lê ne wisa organîsazyonên mezin in. Ji bo xebateke baş organîsazyoneke pir mezin û profesyonel lazim e. Min hemû fîlmên te yên metraj dirêj temaşe kirin. Di vî fîlmî de ji yên din cihêtir sembolê helbestî hene. Hinek tiştên îlahî hene. Gelo ev lêgerîneke nû ye? Ev beşeke ji çanda kurdan e. Cihê ku Mamo diçe malek, ew ji çanda kurdan e. Rast e, di fîlm de sembolên şaîrane hene. Xwişkek min helbestan dinivîse, ez jî dinivîsem. Tesîra van di fîlm de çêdibe. Ez li sembolan, li maneyan digerim. Hem ferhenga kurd têde heye, hem sembola şiîr, ev dikeve nava fîlmên min, ji bo min dibe alîkar jî. Li Kurdistanê pir sihêr, cedû hene, realîzma sehrê heye. Li ser vê çîrokeke me heye. Dîroka me pir bi sihr e. Sînemayeke min dê li ser vê jî hebe. Di fîlmên te de her Kurdistan heye. Dema têne nîşandayîn hinek jê aciz dibin, hinek jî jê hez dikin. Ji bo te Kurdistan çi ye? Ez du salan carekî fîlmekî çêdikim, senaryoyên min li ser Kurdistanê ne. Ez li vir dikişînim, dixwazim li ser welatê kurdan çêbikim. Ez sînemaya kurdan, li Kurdistanê çêdikim. Helbet wê Kurdistan hebe. Ger senaryoyî min li ser Tirkiye, Iraqê, li ser Ermenistanê hebe ez dixwazim li wan deran bikişînim. Lê senaryoyê min li ser vir e, dixwazim li vir bikişînim, kurd werin alîkarî bikin, asîstanî bikin, fêr bibin. Projeya min a pêş dê li Tehran bê kişandin. Te di axaftineke xwe de got ez dixwazim ji Îranê derkevim... Rewşa vir (Îran) pir zor e, hikûmeta nû, ya Ehmedînejad fîlmê min qedexe kir. Xeber dan ku ez nikarim fîlmekî nû bikişînim. Heta niha hikûmeta Îranê qet negotiye derhêner bila fîlm çênekin, fîlm qedexe nekirine, lê vê hikûmetê qedexe kir. Ez nizanim çi bikim, lê herhal baştir e ku ez ji Îranê derkevim. Dixwazim biçim cihên cihê bibînim, bigerim, dixwazim îngilîziya xwe pêş bixim. Ez fikirîm çûyîna Kanada baştir e. 6-8 meh paşê. Lê projeyeke te ya li Îranê, li Tehranê kişandina fîlmekî hebû. Tu ji Îranê derkevî, dê ev çawa bibe? Rast e, ezê du mehên din bikişînim. Li wir ji bo min fîlm kişandin qedexe ye, lê ezê bi dizî bikişînim.
bikişînim. Ger werin kameraya min bişikînin jî, çavê kameraya min kor bikin jî ez ê bikişînim. Fîlm bê “e”, bê “ş”, bê “q” dê li ser eşqê be..
bikim, lê bê van tîpan ezê bikişînim. Eşqeq “e” nîn e, “ş” nîn e, “q” nîn e, yanê hîç nîn e.
tiştekî bipirsim. Di van salên dawî de fîlmên mezin ji îranê dernakevin. Çima gelo?
e, ji ber sansur hemû fîlm xwe dubare dikin. Lê dinya dixwazi tiştekî nû bibîne. Sînemaya Îranê divê tiştekî nû çêbike. Ya diduyan, li Îranê rewş sînema. Pir kontrol heye li ser huner. Te li Stenbol xelat stand. Em kêfxweş bûn, tu dikarî çi bibêjî li ser vê? Festîvala Stenbolê festîvalekî baş e, lê xelat ji bo min pir normal e. Heta niha min 130- 140 xelat standine. Ev xelat baş e ji bo danasîna fîlmê min, lê ne xelatekî pir muhîm e, înşela ezê xelatekî baştir li Festîvala Stenbol bitsînim ku alîkarî fîlm bike. Di festîvalê de bilêtên fîlmên te bi heftan berê xelas bûn. Gelo dê “Nîvê Heyvê” li Tirkiyeyê bikeve vîzyonê? Belê, nika produksiyoneke em bi hev re xeber didin, du-sê mehên din dê bikeve vîzyonê. Te par gotibû, sînemaya kurd sekiniye. Niha tu çawa lê dinêrî, bi ku ve diçe? Sînemaya kurd heye nîn e ne diyar e. Organîzeyeke nîn e alîkariya sînema bike. Lazime producsiyonên mezin hebin, nîn in. Orgazîneyên ku divê alîkariya sînemayê bikin, biçin bi hikûmetan re xeber bidin, fînansê bibînin gere çêbin. Gerek yên bi ayaweke profesyonel senaryo dinivîsin hebin. Sîstemekî mezin lazim e ji bo sînema. Organîzeyeke mezin lazim e. Meha çûyî te rakirin nexweşxaneyê, em tirsiyan. Niha rewşa te ya tenduristiyê çawa ye? Baştir e. Meha çûyî li Avusturalya work-shopekî min hebû li festîvalê. Li wir ez ji nişk ve ketim, 5 roj ez li nexweşxaneyê bûm, li min nêrîn, chak-up kirin, tiştek nîn bû, ez vegeriyam Îran, li wir dîsa nexweş ketim. Du roj li wir jî li nexweşxane mam. Ez dixwazim li vir Tirkiyeyê jî biçim careke din chak-upeke baş bikim. Mejiyê min de pirsgirêk heye herhal. Kekê pirsa dawî: Ji bo senaryo filan, tu pirtûkên kurdî dixwînî? Belê, dixwînim. 5-6 pirtûk hene, çîrokên min jî hene, pir nêzî wan in. Ez dixwazim wan çêbikim. Rojek ez kitêbekî pir pir baş bibînin, tesîrê li min bike, sedî sedê ez ê wê çêbikim. * çavkani: diyarname |



| Şirove, hevpeyvin u vekolin Behmen Qubadî: Ez bi sînemaya xwe şer dikim Hevpeyvîn bi Şaxewan Îdrîs re Sînema di hundirê min de wek çîkekê wek bêrîkirinekê bû Sînema ji bo kurdan hîn serm e Behmen Qubadî derbarê projeyên xwe yê nû ligel besa farsî ya radyo dengê amêrîka(VOA) ra axifî. 80 Saliya Fîlmê ZERÊ (1926) |

|
|