| Derhênera jin a kurd, yekem fîlmê kurdî ê femînîst KurdishCinema.com / 15 Tebax 2006 Fîlm li ser jiyana wan jinên kurd e ku di dema rejima Sadam de di zîndanan de bûn, îşkence didîtin û diketin destên bazirganên jinfiroş ên ereb. Kêşana fîlmê ”Stêrk biroj bêreng in” li ber temambûnê ye. Bi fîlmê xwe yê metrajdirêjê yekemîn derhênera kurd a Mehabadî Şîrîn Cîhanî, jina kurd derdixe ser perdeya sînemayê. Fîlm li ser jiyana wan jinên kurd e ku di dema rejima Sadam de di zîndanan de bûn, îşkence didîtin û diketin destên bazirganên jinfiroş ên ereb. Derhênera kurd a rojhilatê Kurdistanê ev cara yekê ye ku ji bo kêşana fîlmekî metrajdirêj diçe pişt kamerayê û ev sê meh in ku ew fîlm dikêşe. Piraniya kêşana fîlmê Stêrk bi rojê bêreng in li Kurdistana azad li Barzan, Silêmanî û Hewlêrê hatiye kêşan. Awayê dawîn ê fîlm ê li Qahîreyê bê diyarkirin. Şîrîn Cîhanî piştî demeka kurt ê biçe Qahîrê û fîlmê xwe li wê derê temam bike. Kameramanê îranî yê naskirî Şehriyar Esedî yê ku bi Behmen Qubadî, Ebbas Kiya Rustemî û Mohsen Mexbelbaf re jî kar kiriye di fîlmê Cîhanî de jî kamerakêşiyê dike. Ji bo deng cardin Esxer Şawerdiyê îranî heye. Cîhanî radigihîne ku gava wê dest bi derhêneriyê kiriya bi çavekî nebaş lê hatiye nihêrtin û hatiye gotin ku ev keç e, ji dest vê nayê, ne karê vê ye. Cîhanî li dij e ku sînema li gor nihêrtina mêran tê nirxandin û gelek kes hê baweriya xwe bi şiyana jinan naynin. Ew dibêje: Di warê hunerê de jin dikarin gavên mezin bavêjin, lê mixabin ku li Kurdistanê îmkanên ku ji bo jinan tên terxankirin gelek kêm in. Şîrîn Cîhanî li ser fîlmê xwe jî wiha dibêje: Di dewra Sadam de gelek keçên kurdan hetin şandin Misrê û li wê derê hatin firotin. Ev jin ji bal rejima kevn a iraqî û mafiyaya ereb dihatin kirîn û firotin wek koleyan miamele bi wan dihat kirin.. Malbatên van keçan dihatin qetilkirin. Keçikên ciwan jî li bazarên Misrê dihatin firotin. Emê ji bo wê li Qahîreyê jî fîlm bikêşin. Derhênera kurd Cîhanî radigihîne ku ev cara pêşîn e li ser jinên kurd fîlmekî wiha yê siyasî ê metrajdirêj tê amadekirin, û di fîlmê wê de diyardeyên femînîst hene. Şîrin Cîhanî ê di nêzîk de biçe Misrê ji bo kêşana dawîn a fîlm. Şîrîn Cîhanî kî ye?
Humeyra ye. Bavê wê Elî Cîhanî sala 1984ê, hê ew 5 salî bû bi behaneya ku li dijî Muhafizên Şoreşa Îslamî bombe teqandiye li Tehranê hat îdam kirin. Wê di picûkiya xwe de bi alîkariya diya xwe, xwe da şîîr û sînemayê.
li Roj tv kar dike. Birayê wê li Mehabadê ye, nivîskar û şaîr e. Ew bi xwe jî ji Mehabadê derbasî Kurdistana azad bûye, demekê ji bo Kurdistan tv kar kiriye. Niha ew di Zagros tv de kar dike û ji aliyekî de jî fîlmê xwe dikêşe. Ew şiiran jî dinivîse. Pirtûka wê ya bi navê Semaya li nav agir di 2002yê de li Sine ji bal weşanên Goran hat weşandin. Çapa wê ya duduyê li Hewlêrê hat kirin. Berî fîlmê xwe yê niha wê îmza xwe avêt bin pênc fîlman. Wê bi fîlmkirina jiyana herdu şairên kurd ên Kurdistana rojhilat Siwarê êlxanîzade û Jîla Husên dest bi karê derhêneriyê kiriye. |



|
|