Festîvala Dubaî ya Sînemayê filmê kurdî DOL qedexe kir KurdishCinema.com / Avrél 13, 2007 Festîvala Dubai ya Sînemayê li Îmarat Erebî piştî ku nîşandana filmê DOL ê derhênerê kurd Hiner Saleem erê kiribû, biryara xwe bi paş ve kişand û diyar kir ku ew DOL nîşan nadin. Dol gerek bû di Festîvala Dubai ya Sînemayê de ku wê li jêr duruşma „Pira kulturan“ lidar keve, bihata pêşkêş kirin. Desteya birêvebir a festîvalê di nameyekê de bo şirketa mîtosfilm a belavkira DOL, diyar kir ku mijara film ji hêla siyasî ve bo wan pir giran hatiye û ew bo vê yekê jî derfetê nadin film ku di çarçewa festîvala wan de bê pêşkêşkirin. Tiştekî hem seyr û hem jî balkêş e ku festîvalên Dubayê yên sînemayê ta nuha rê li ber pêşkêşkirina 2 filmên kurdî girtine. Berî nuha jî filmê „Davîdê Tolhildan“ ê derhênerê kurd Mano Xelîl jî piştî erêkirinê ji festîvala Dubai hate dûrxistin, piştî ku balyozxaneya Tirkiyê gilî li cem desthilatdarên dewleta Îmarata Erebî kiribûn. Hêjayî gotinê ye ku DOL ji 26.04.2007 de li seranserî Elmanyayê di sînemayan de tê pêşkêşkirin. Li gor agahdariyên şîrketa mîtosfilm a elmanî ku hem Co-Produktion û hem jî belavkira Dol e li Elmanyayê, gelek festîvalên navnetewî yên sînemayê Dol vexwendine ku di çarçeweya wan de bê nîşandan mîna: festîvala filman a Tribeca li USA, festîvala Aşad a navnetewî ya sînema û muzîkê - Israîl, festîvala navnetewî ya filman li Innsbruch –Austuriya, festîvala Karlovy Vary ya filman li komara Çîk, festîvala Bangkok a filman, festîvala navnetewî ya sînemayê – Monterrey (Meksîko), festîvala Montreal a filman – Kanada, 23. festîvala Heyfa ya filman – Israîl, festîvala filman a mafê mirovan li Nürnberg – Elmanya, festîvala London a filman, festîvala filman a mafê mirovan li Sîol – Korya Başûr, festîvala Pesaro Nuovo ya sînemayê – Îtalya, festîvala Tortheim a filman – Norwêcê. DOL filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û çewisandina nasnameya kurdî ye û ew herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema kemalîsmê û tundiya Tirkiyeyê li hemberî kurdan rexne dike. Ev rexnegirtin her ji dîmena destpêkê ve ji temaşevanan re diyar dibe. Di Dol de gelek lîstikvan û hunermendên kurd ên naskirî rol girtine, mîna: Nazmî KIRIK, Belcim BILGIN, Sipel Dogu Lesar ERDOGAN, Omer CIAW SIN, Rojîn ULKER, Tarik AKREYÎ, Ciwan HACO û Abdullah KESKÎN. çavkani: netkurd.com |


|
|