Di her qadeke hunerî de 10 heb Behmenên me hebûna? Davut Ozalp / 9 Avrél 2007 Ji kêliya ku min fîlmê Behmen Qûbadî 'Nivê Heyvê', di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbol de temaşe kir heta niha, ew pirs hatiye û di serê min de rûniştiye; Ku di her qadeke hunerî de 10 heb Behmenên me hebûna? Rast e, li ber wêje, ziman, muzîk, şano, bi giştî huner û çanda kurdî gelek astengiyên ku ji hêla serdestan ve hatine danîn hene... Mirov bixwaze jî nexwaze jî berhemeke kurdî di piyaseyê de rastî gelek astengiyan tê... Ku fîlmek be, ji bo pêşandanê salon peyda nabe, Ku klîb bin ji bo weşandinê tv peyda nabe... Ku pirtûk be ji bo nasandinê rojname peyda nabe... Û hwd... Lê rastiyeke din jî heye ku barekî gelek giran dide ser milê me. Çiye ev rastî? Ev e: Heke ku em berhemekî gelek serkeftî çêbikin, yên li hemberî me çi dikin bila bikin, dê di dawî de mecbûr bimînin ku me qebûl bikin... Çimkî di rewşek wisa de, êdî hêza me derdikeve ser asta yên li hemberî me... Bendeva wan, sansûra wan êdî bi têrê nake ku rê li ber me bigire... Û berevajî bi têrêkirinê, di qada navneteweyî de wan dike rewşeke sosret û dibe sedemê deşîfrebûna mantalîteya wan... Heke em li ser mînakekî biçin ez bawer im dê baştir bê fêmkirin; Îsal sala sisêyan e ku derhênerê kurd ê navdar Behmen Qubadî, bi nasnameya xwe ya kurd û bi fîlmên xwe yên kurdî, beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dibe. Di beşa "Pêşbaziya Navneteweyî" de bi dehan fîlmên herî baş, ê cîhanê re dikeve pêşbirkê... Her fîlmekî wî di medyaya tirkî de, cihekî berfireh digire... Bi wî re rûpel bi rûpel hevpeyvîn têne çêkirin û gelek tv wî derdixînin bernameyên xwe yên taybet û li ser fîlmên wî, plan û projeyên wî gotubêjan dikin. Wer hasil, bêyî dilê yê li hember be jî hemû derî li ber wî vedibin... Baş e, gelo çima vedibin? Gelo fîlmên Behmen Qubadî ne fîlmên polîk in, an jî dûrî rewşa gelê kurd in? Gelo Behmen Qubadî kurdbûna xwe înkar dike? An jî ji mijarên ku bi kurdbûnê re eleqedar dûr diçe? Gelo fîlmên wî li dijî berjewendiyên kurdan in? Na. Wekî hûn jî dizanin; Heta ku hûn bibêjin fîlmên wî polîtîk in. Heta hûn bibêjin trajediya gelê kurd vedibêjin. Her fîlmek Behmen Qubadî, heta hûn bibêjin zilm û zora li gelê kurd hatiye kirin, dike çavên yên li hember... (Mînaka herî berbiçav; di her fîlmekî wî de têlên ku welatê kurdan kirine çar parçe hene.) Hin tiştên ku em ê bi pirtûkan nikaribin vebêjin, ew bi îmgeyekî, bi dîmeneke di kêliyeke biçûk de radixe ber çavan... Baş e, wê çaxê çima derî li ber Behmen Qubadî vedibin? Bersiva wê pirsê pir hêsan e: Behmen Qubadî heta ku hûn bibêjin hêza hunerê bi kar tîne. Di rastiya wî de, di şexsê wî de, careke din em dibînin ku tu hêz ne bi ser hêza hunerê re ye... Behmen nîşan dide ku heke em wê hêza hunerê baş bi kar bînin, dê tu hêz nekaribin li ber me bibin asteng? Dê sansura yên li dijî me, yên li hemberî me. bi kêrî tu tiştekî neyê... Dê mecbûr bimînin ku me bipejirînin... Nexwe dê sansura wan, astengiyên wan li serê wan bibe bela... Dê ew bixwe bikevin rewşeke sosret... Belê, fîlmê Behmen Qubadî yê dawî, "Nîvê Heyvê (Nîvê mang)" di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de, li Stenbolê ye. Fîlm hê nehatiye nîşandayîn. (Qet kêfxweş nebin, mixabin ku hûnê nekaribin vê gavê vî fîlmî temaşe bikin. Çimkî ji zû de ye bilêt hemû hatine firotin û di hersê seansan de jî cih nemaye!) Lê, ji ber avantaja rojnamegeriyê, rojên borî, di pêşandana taybet a ji bo çapemeniyê de ez û Cemîl em çûn me fîlm temaşe kir... Bi kurtasî, ew fîlm jî wek fîlmên wî yên dîtir mukemel e; hem bi çîroka xwe, hem bi teknîka xwe, hem bi şûnwarên xwe yên ku lê hatiye kişandin... Û hem jî bi muzîka xwe... Belê, temaşekirina berhemeke serkeftî ya hunerî jixwe coşeke bê peyan dike dilê mirov, lê îcar çêker û afirînerê wê berhemê kurd be, coş û çêjeke dîtir dikeve dilê mirov... Mirov nizane bigirî yan bikene... *** Ji kêliya ku min fîlm temaşe kir heta niha ew pirs hatiye û di serê min de rûniştiye; Ku di her qadeke hunerî de 10 heb Behmenên me hebûna, wê çi biba!? Îcar wê yekê jî hûn bifikirin! (NOTEÇÎROKEK: Ez bawer im pêrar bû, dîsa di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmê Behmen Qubadî dihat pêşandayîn. Fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min” bû. Piştî fîlm, Behmen derket ser dikê ku pirsên temaşevanan bibersivîne. Îcar jineke ku diyar bû, kemalîsteke gelek tûj bû, gelek bixwe bawer û bi şêwazeke pir serdest, pirsî: - Di hemû fîlmên te de, sînor û têlên rêsayî hene û dîsa di hemû fîlman de peyva "Kurdistan" derbas dibe. Ew çi ye? Tê çi maneyê? Behmen dîsa wekî her car, bi zarekî şêrîn û mutewazî bersiv da: - Ez ji wan têlên rêsayî nefret dikim ku ketine di navbera me de. Herçî Kurdistan e, (Destê xwe bir ser dilê xwe û pir ji dil) ev DAYIKA MIN E. Û ew qas...) davutozalp@yahoo.com çavkani: diyarname.com / 09-04-07 |




|
|