Davîdê Tolhildan li Hamburga Almaniya tê şanîdan KurdishCinema.com / 05/04/2007 Piştî ku li gelek bajarên Swîsrî û li gelek cîneman bi coşek mezin filmê derhinêrê Kurdîstanî Mano Khalil hate pêşwazîkirin, niha Film diçe Almaniya û li bajarê Hamburgê di sînema 3001 Kino de, roja 21.4.2007 seat 19.00 tê temaşekirin. Weke ku tê zanîn fîlmê „Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê, kurê Profesorê unîversîtê û kurê andamê dadgeha kar a cîhanê ye, ku ev buye şeş sal ku cihê xwe di nav refê gerîla de digre. Bi her halî, fîlm neçîroka mirovekî Swîsrî tenê ye, ne li ser jiyana wî weke europî diaxive, lê di riya wî re, hêza şoreşa Kurdistan tê şanî dan, a girîngîa fîlm jî eve, çîroka vî Gerîlayê Swîsrî weke mînake, ku dinya û europî mesela kurd xweştir nas biki. Dayka wî ji Lausanna Swîsra berê xwe dide nav çiyayên Kurdistanê, jibo ku kurê xwe bibîne… Ev xanima swîsrî ji nêz ve, dibe şahidek li ser jiyana mirovên canfîda, mirovên bi rumet, demekê di nav refên keç û xortên Kurd de dimîne. Dawî bi dilekî xweş vedigere welatê xwe çîrok ne tenê çîroka dayikek Swîsrî ye, çîrok çîroka hemu dayikên Kurdin ku keç û kurê wan xwe dikin qurban ji bo azadiya kurd û Kurdistanê. Film ji produksîona derhinêr Mano Xelîl e û sê kenalên televizîonên Swîsrî ê zimenên Elmanî, Fransî û Itali ne, herwisa bi piçtgiriya wezareta rewşenbîrî a welatê Swîsra hatiye amadekirin. Filmê „ Davîdê Tolhildan“ nerînek nu, bi çavekî din li şoreşa kurdistanê temaşe dike, zimanekî nu di warê filmên dokumentar di dîroka kurdîstanê de ye. Weke ku tê zanîn berî 20 rojan her ku film bi rengekî fermî başdarî festîvala filman li Emîrata erebî bibu, lê ji ber mudaxela Generalên Tirk û zexta hukumeta Tirk li ser Hukumeta Emîrata Errbî ev fîlm li festîvale nehatibu şanîdan. Li vir programa Cinema 3001-Kino Hamburg: http://www.3001-kino.de/3001html/filmphp/film6.php |


|
|