Davîdê Tolhildan başdarî festivala filmên dokumentar a Aljazeera dibe KurdishCinema.com / Avrél 10, 2007 Fîlmê derhênerê Kurd ji rojavaya Kurdistanê Mano Xelîl „ Davîdê Tolhîldan“ hat hilbijartin, da ku beşdarîyê di festîvala filmên dokumentar ya Aljazeera bike. Festîvala Aljazeera li welatê Qater ji 22- 26 Nîsanê li dar dikeve. Weke ku tê zanîn ev film berî demeke kurt, başdarî festivala filman li Emîrata Erebî bibu. lê ji ber mudaxeleta rêjîma Tirk û zexta wê li ser hukumeta Emîrata Erebî, ku rêjîma tirk bi rengekî fermi bi mîna ku ev film, filmekî „Terorîste“ ji hukumeta Emîrat daxwaz kiribu, film neyê şanîdan . Ji bo ev mesele neba krîzak mezin di navbera Emîrat û Tirkî de, qerar ji wezareta derve a Emîrat hatibu danîn ku Film neye şanid dan û ji festîvalê bê kişandin. Her ku birastî ev kar alîkariyek mezin da film, bi dehan rojnamên erebî li ser meselê nivîsandin. Terorîsm buye mehnak ji dîktatora re, çi nekeve serê wan, yan jî li dij fikr û ramanên wan ê kedxwar û şovînîst be dibe „terorîst“. Fîlmê „Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der-dora şeş salan, cihê xwe di nav refê Gerîlayên Kurd de dîtiye. Fîlm li ser jiyana vî xortê Swîsrî diaxive û eu bi xwe mînake ku temaşevan jiyana Gerîla bi temamî nas bike. Dayka Davîd ji Swîsra berê xwe dide çiyayên Kurdîstanê û eu jî dibe şahidek rastiya miletê kurd û heqê wî di jiyanek azad û serbixwe de. Piştî ku film li gelek Sînema li Swîsra hate şanî dan, bi dehan rojnamên Swîsrî ê her mezin weke „24 Heuers“ „der Bund“ „Tribunal de Geneve“ „Berner Zeitungen“ „Basler Zeitungen“ „Neue Zurcher Zeitungen“ li ser film bi rengekî gelek posetîv nîvisandin, heyecan li rêjîma tirk ket. Bi sedan namên protesto dişînin bo wezareta Rewşenbîrî (ku bi xwe film finanse kiriye), dibêjin ku welatê Swîsra alîkarî daye bo çêkirina filmekî „Terorîst“, rastiya xwedê mirov ecêb dimîne, ji welatekî weke Tirkî ku heqê bêhtir ji 20 Mîlîon însanên kurd dixue û xwariye, bi şev û bi roj gund û bajarên Kurdîstanê talan dike, xort û kecên kurd, zarokên kurd dikuje û dawî ji însanên hunermend re, ji jornalîstan re û ji nivîskaran re dibêje ev „Terorîsten“. Rastî eve, eger fîlm tesîrik xwe a mezin li miletên ewropî û li temaşevanan neba, rêjîma Tirk euqas şer li dijî vî filmî nedikir. Filmê „ Davîdê Tolhildan“ nerînek nu, bi çavekî din li şoreşa kurdistanê temaşe dike, zimanekî nu di warê filmên dokumentar de di dîroka kurdîstanê de tîne ziman. Vê carê nekurd li ser xêzaniye û neheqiya ku li ser wan hatiye diaxivin. Lê mirovên beyanî ku „bêteref û nemudaxil“ diaxivin. Gelo çiqas problêm heben, ma cihek baştir ji têatro, sînema, televisîon û rojnama baştir heye ku mirov van problêman gengeşe bike û çarakê ji wan re bîne. Lê mixabin, rêjîma tirk, dixwaze were nav miletên sîvîl û bibe perçak ji Europa, lê her mudaxela huner, nivîs û fikra azad dike. Lê heta ku Tirk fikra cuda qebul nekin, ticarî nêzîkî Europa nabin. Divê ku ev aqil bê guhetin, diniya nema di bin Osmaniya de ye, dinya dinyaya Azadiyê ye, hurmeta cudatiye heye. Weke ku tê zanîn filme »Davide Tolhildan« ji aliye sê kenalên Televizîonên ewropî - Swîsrî û bi alîkariya wezareta rewşenbîrî a Swîsrî hatiye finans kirin. Film wê roja 30 Gulanê li ser Kenala televisîona Swîsrî a zimanê almanî SF1 we bê pêşkêşkirin. Niha li gelek bajarên almaniya derbasî sînema dibe. Filmê „Davîdê Tolhîldan“ çend pirsan tîne holê, yekemîn sebeb çiye, ku xortekî swîsrî dev ji jiyana xwe berda ye û berê xwe daye nav Kurda, ku dibe ku jiyana xwe jî ji bo wan bide? Ma gelo ev karê ku Davîd dike ne weke karê „şoreşvanên Internasîonalîstin“ mina Ernest Hemingway û George Orwell ku li dij Franco li Espanya şer kirin,yan jî Hozanvan Lord Byron û nivîskar Cervan¬tes ku li dijî Osmaniya li Yunanistanê şer kirin, yan jî Ernesto „Che“ Gue¬vara ku jiyana xwe ji bo azadiya miletên din ji dest da? Ma gelo sînorê terorîsmê û berxwedanê li ku ye ? Ma gelo meletên bin dest ku ji bê çare dest bi berxwedanê dikin heqê wan li ku ye? |



|
|