
Îranê rê li ber fîlmkişandina rejîsorê kurd Behmen Qubadî girt Devrim Kılıç / 06/02/07- Melbourne
festîvalan xelatên mezin bi fîlmên xwe bi dest xistine û di nav 100 derhênerên serketî yên dijî de hatiye hilbijartin, Wezareta Çandî ya Îranê destûrnameşa wî ya ji bo kişandina fîlman a li Îranê betal kir. Qubadî got ko ji ber ew kurd e qedexe li hemberî wî hatiye danîn. Daîreya Sînemayê ya Girêdayî Wezareta qala fîlmên ko dê bikişîne nake, destûrnameyê wî ya kişandina fîlman betal kir. Qubadî ko berê di fîlmên xwe de mijara kurd, Kurdistanê bikar dianî bi "Cudaxwazî" hatibû sûçdarkirin û niha jî bi vê biryarê êdî dê nikaribe li Îranê fîlman bikişîne. Bi vê yekê bêtehamuliya dewleta Îranê ya li hemberî hunermend û nasnameya kurd derket holê. 'Ezê li hember sansurê ber xwe bidim' Li ser vê yekê Behmen Qubadî da zanîn ko ji ber ko ew kurd e biryareke wisa hatiye girtin û got ko ger biryar neyê betalkirin ewê li derveyî Îranê cihên ko guncan be fîlmên xwe bikişîne. Derhêner Qubadî da zanîn ko qedexe tişteke şerm e û digel hemû astengiyan jî ewê karê xwe yê kişandina fîlman bidomîne. Her wiha wî di malpera xwe Mij Fîlm de nameyeke ji raya giştî re nivîsand û da zanîn ko ewê li hemberî lijneya sansurê ber xwe bide. Qubadî da zanîn ko dema wî biryara qedexeyê li malpere sînemayê dîtiye gelek şaş bûye û anî ziman ko Wezareta Çandî ya Îranê ji ber sedemên ne diyar biryara fîlmkişandina wî ya li Îranê girtiye. Qubadî wiha domand: "Li ser vê yekê me ji Ofîsa Giştî ya Sansur û Saziya Sînemayê ev biryar pirsî wan got biryareke wisa nîn e. Me got, wê çaxê daxuyaniyeke resmî bidin û pêşî li nûçeyên wisa bigirin, lê tişteke nekirin. Ev yek jî nîşan dide ko tiştên ko rayedar dibêjin û dikin ji hev cihê ne. Bi qasî ko ez dizanim piştî şoreşê yekem car biryareke li hemberî derhênerekî ko li dinyayê navdar e tê girtin." Jêre gotibûn bi kurdî nekişîne Derhêner Behmen Qubadî diyar kir ko heta niha ew rastî gelek astengiyan hatiye, astengiyên ko di dema kişandina fîlmê Nîvê Heyvê ko gelek xelat girtin de derketin holê niha baş fêm dike. Qubadî astengiyên di dema kişandina vî fîlmî de bibîr xist û got: "Dema ji min re gotin fîlm bi kurdî nekişîne min hîs kiribû ko hin derdor dixwazin pirsgirêkan derxe, paşê negatîf nedabûn min, kamera nedabûn min." Her wiha Qubadî qedexeya nîşandayîna fîlmê "Nîvê Heyvê" ya li Îranê jî bibîr xist. Qubadî da zanîn ko wî digel di fîlmê Nîvê Heyvê de hin sahne birîbûn jî destûr nedane ko li Îranê nîşan bide û fîlmê nû ko digel li Tehranê dikişîne û ne li ser kurdan e jî ev sê meh zêdetir in ko destûr nedane ko bikişîne. Qubadî da zanîn ko destûr nedin wî li Îranê fîlm bikişîne dê bi lîstikvanên ko dixwezi, li cihê ko bixwize û guncan be dê fîlmê xwe bikişîne. Ji ber fîlmê wî "Nîvê Heyvê" ew wekî cudaxwazekî hatibû bi nav kirin lê ew xwe wekî kurdek Îranê dibîne û li hember parçebûna Îranê ye. Ew bibîr dixwe ko beyî jêrnivîs fîlmê wî "Nîvê Heyvê" bi rexnegirên sînemayê yên ko kurdî nizanin daye temaşekirin, li ser vê gotine ko di fîlm de bal dikişîne ser serketina rêberên kurdan û wiha domand: "Lê fîlm û bûyerên ko ew qal dikin di navbera her duyan de 10 salan zêdetir dem heye û cihêbûn heye." Dema wî xwestiye destûra nîşandayîna Nîvê Heyvê bigire, rojnameyeke neteweyî yê alîgirê rejîmê li hemberî wî raporeke weşandiye û hewl daye ko sînemager li hemberî wî rabin. Ew dibêje ko piştî vê weşanê pirsgirêkên bi Daîreya Sînemayêre zêde bûne û di dawiyê de destûrnameya wî hatiye betalkirin. Destûr nedin jî ezê li Tehranê fîlm bikişînim Qubadî wiha domand: "Bi weşanên wisa dixwazin bi aciz bikin û cudaxwazî ew bi xwe dikin. Ji bo pêşî li hin derhênerên alîgirên rejimê vekin xwe tevî min û hin derhênerên serketî dikin. Lê divê vê bizanibin ko min bi ricaya kesî dest bi derhênerî nekiriye û ezê bi ricaya hinan xwe nedim alî. Wekî derhênereî kurd ê li dinyayê navdar ez dibêjim ko li hemberî astengiyan min dengê xwe nekir, lê astengî zêdebûn. Ez niha we hişyar dikim. Li gor zagona bingehîn kes an rêxistin nikarin pêşî li fîlmkişandina min bigirin. Daîreya Sînemayê bi derhênerên wekî me heye û hebûna wê bi xebatên me ve girêdayî ye. Li saziya ko ji bo xizmeta sînemayê hatiye avakirin hin kes dixwazin ko ez li gor berjewendiyên wan tevbigerim. Ji ber ko tekane sûcê min ez kurd im. Biryara qedexeya ya vê saziyê ne ez ne jî dîrok dê ji bîr bike, ji bîr nekin ko dadgehê mezin dîrok e. Li vê erdnîgariyê rojekê dê dîrok û sînema ji ber vê yekê bidarizîne. Ez we hişyar dikim, ger Ofîsa Sansurê di gaveke zûtir de destûrê nede min ezê kameraya xwe bigirim û li kûçeyên Tehranê dest bi kişandina fîlmê xwe bikim. Wê çaxê werin kameraya min bigirin ko ez fêm bikim ko dê bi kîjan zagonê kameraya min destên we bişikîne û fîlmê min çavên we kor bike." Qedexe ne nû ne Qubadî bi "Nîvê Heyvê" li 54'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya San Sebastiyanê Xelata Îstîrîdyeya Zêrîn girtibû lê fîlm li Îranê bi "Cudaxwazî" hatibû binavkirin û nîşandayîna wî hatibû qedexekirin. Dema Qubadî ji wezaretê qedexe pirsî bû, bersiva "Vî fîlmî ji bîr bike, dest bi yekî din bike" girtibû. Qubadî dema ji bo destûrnameya nîşandayîna duyemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj "Stranên Welatê Dayika Min" dabû bi gotinên "Kurdperest" hatibû sûcdarkirin û xwestibûn ko navê fîlm biguherîne, lê wî ev daxwaz red kiribû. Ji ber vê yekê "Stranên Welatê Dayika Min" li Îranê ji bilî eyaleta Kurdistanê li Tehranê tenê li sînemayekê hatibû nîşandayîn. Çavkani: diyarname.com / nefel.com |
