
Fîlmên Kurdi - 1 / (Filmen Kurdi 2) NÎVE-HEYVE Derhener: Bahman Ghobadi Cast: Ismail Ghaffari, Allah Morad Rashtiani, Farzin Sabooni, Kambiz Arshi, Sadiq Behzadpoor, Ali Ashraf Rezai, Reza Haj Khosravi, Mohamad Nahid, Bahram Zarei Hedieh Tehrani, Golshifteh Farahani, Hassan Poorshirazi. Kurdistan (Iraq)-Iran-Austria 2006 / 114m / Kurdish Sedam ji text ketiye û Mamo, muzîkarekî bi navûdeng ê Kurd, dest bi rêwîtiya Iraqê dike ku ew û kurên xwe, bi hev re, konserekî bidin. Hevalekî kevin diajo mînîbasa ku diçe yek bi yek kuran top dike. Her çiqas, yek ji kuran, dibeje ku kalûpîrên gundê wî gotine ku hek rêwîtî dom bike ew ê tistên pir xirab biqewimin jî, Mamo biryardar e ku dewam bike. Sînor tên derbaskirin, zehmetî tên kisandin, ev rêwîtî him dibe macerayek û him jî kesîf û lêkolînek. Ev fîlma bijarte ya nû ya Bahman Ghobadi bi xelata ji bo nivîs û fotoxrafiyê re xelata bilindtirîn girt li Fîlmfestîvala San Sebastian. KÊLOMÊTRE NÎN Derhener: Hiner Saleem Cast: Nazmi Kirik, Belçim Bilgin, Eyam Ekrem, Ehmed Qeladizeyi, Nezar Selami. France-Kurdistan (Iraq) 2005 / 96m / Kurdish Îraq 1988. Ako, ku ji nû ve zewicî ye û bûye xwedî zarok bi zorê dibe leskerê artêsa Sedam Huseyîn. Leskerê nejdil, xeyala reva xwe ya ji welêt dike, lê jina wî Selma naxwaze pêre here, ji ber ku bavê wê nexwesê nav ciyan e. Ako disînin eniya ser ya li sînorê Îraq û Îranê ku li wir ne tenê Ako dibe xwedî serpêhatiyên rastiya serê, lê, her wiha, ji ber ku ew Kurd e, ji hemî aliyan tedayî dibîne. Ji rewsa neçar re pîvanên tund lazim in. EXORCISM – DIAYÊ CINQEWITANDINÊ Derhener: Made Omed Cast: Tariq Akreyi, Omar Chawsheen, Hawjin Sardar, Haval Hamajwan. Productor: Cultural Ministry in Arbil (Cinema Section) Kurdistan (Iraq) 1993 / 80m / Kurdish Di serhildana gelê Kurd ya 1991’ê de, Seddam êrîs dike bajarên Kurdan. Ji ber êrîsên bombeyên kîmyewî, bi hezaran Kurd direvin derdikevin serê çiyan. Ev serê dawî bû di navbera gelê Kurd û rejima Sedam de. Fîlm balê diksîne ser pîremirekî bi navê Qudret Axa ku di ser de keça wî ya bi navê Meyrem wenda dibe û ew bi alîkariya ciwanekî bi navê Camêr li digere ku wê bibîne. Camêr ji Qudret sozekê digire ku heke ew Meyremê bibînin, ew ê pêre bizewice. Pistî lêgerîneke dûr û dirêj ew Meyremê di wargeheke penaberan de dibînin. Lê belê, Meyremê ji xwe re evîndarekî peyda kiriye û naxwaze ku bi Camêr re bizewice û li ser vê meselê sêrêsî-gengese dest pê dike. SEVA SALAN Derhener: Made Omed Cast: Produced by Kurdistan Regional Government Ministry of Culture South Kurdistan (Iraq) 2006 / 75m / Kurdish and Arabic Pirdawd Kerkûkî û jina wî, ku ev 20 sal in di mala xwe de dijîn, bêmal tên hîstin dema ku serbazeke ritbebilind ya leskeriya Ereb, dest datîne li ser mala wan. Ev yek di dema dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê hêzên nîjadperest ên dewleta Îraqê de pêk tê. Dema ku bajêr azad dibe, xwedîxanî û dagirker seveke pir tengûzar derbas dikin bi hev re di nav xanî de ku li wir rewsa wan, aliyên psîkolojîk û exlaqî û bijartekan dertîne meydanê û tîne dighîne lûtkeyeke biheyecan. NÊRGIZ VEDIBE Derhener: Masoud Arif Salih & Hussein Hassan Ali Cast: Hussein Hassan Ali, Masoud Arif Salih, Bakir Kovli, Beybun, Mohammed A. Artishi, Ismail Zuber, Hakar Mohsin, Shahin Kivork Kurdistan (Iraq) 2005 / 80m / Kurdish (Kurmanji) Îraq di salên 1970 an de. Sedam Huseyîn û Sahê Îranê peymana Cezayîrê îmza dikin û dûre pêkolî û zordariya leskerî ya li ser gelê Kurd zêde dibin. Sedam êrîsî herema Kurd ya serbixwe dike, ku li wir xwendevanekî ciwan ê Kurd jî tevlî protestoyan bûye. Dema ku hevalên wî tên girtin û êskencekirin û kustin, ew biryar dide ku tevlî nava hêza pêsmergeyên ku li dijî artêsa Îraqê ser dikin, bibe. ÎLAHIYA BERFÊ Derhener: Jamil Rostami Cast: Shadi Variani, Mohayeddin Variani, Masoud Yousefi, Abdullah Ahmadi, Jalil Mohammad Veysi, Delnia Farajpour, Anvar Farajpour. Kurdistan (Iraq) 2005 / 90m / Kurdish (Sorani) Li gundekî ser qûntarê çiyayê li sînorê Îran û Îraqê, jiyana adetî/kevnare û guherîna hemdem rastî hev tên. Pistî ku zarok ji bo barîna baranê îlahiyekê dibêjin, bêaviya demdirêj bi dawî dibe û demsaleke nû ya hêvîyê xûya dike. Lê, ne ji bo Rojan ku bi Jian re hatiye nîsankirin. Jian li derveyî welêt dixebite ku ji bo zewacê pere bide serhev. Bavê Rojan, ku ji ber bêaviyê li ber îflaskirinê ye, nikare ku êdî zêde ber xwe bide. Divê ku Rojan bi Faegh, têcirekî dewlemend ê heremî re bizewice. Seîd, froskerekî nedurust, ji îsyankartiya Rojan sûdê digire û Rojan di demeke pir kin de mecbûr dibe ku xwe ji rewseke hêj xiraptir xelas bike. BIRAKUJÎ Derhener: Yilmaz Arslan Cast: Valentina Christova-Katina, Jean-Luc Ristic, Cécile Navarro, Mai Seck, Yusuf Geçtan. Germany 2005 / 96m / German, Kurdish and Turkish Îbo û Azad, du ciwanên Kurdên penaber in ku nû gihîstine Almanyayê. Jiyana zehmet/dijwar ya penaperiyê ji bo wan zû dest pê dike. Ew rastî çeteyeke Tirkan tên û bi vê yekê jî diçin dikevine nava jihevkustineke spîral û tolhildanê. Fratricide çîrokeke teqemenî ya nakokiyên bêçare û tolhildana bixwîn e. Ev portreyeke mirovatiya negihîstî ya hov û çavsor e ku ji bo ewlekarî, rûmet û saxmayînê tekosînê dimesîne di nav hawîrdoreke bi sîdet, li sirgûnê û bêqeydiyeke zalim ya civakê de ku wan diavêje pista guhê xwe. ROJBAJ HOLANDA Derhener: Akram Sulayman Cast: Shamaly Abarash, Shadan Fouad, Lava Akram Sulayman, Ko van der Van. Holland 2004 / 90m / Kurdish (Sorani), English and Dutch Çîroka malbateke penaber ya ji Basurê Kurdistanê û jiyana wan a li Holandayê di heyema ku ew li benda encama serîlêdana xwe ya ji bo îlticayê ne. Malbat li Holandayê xwedî tu statûyekê nîne û bi zorî divê ew li gundekî bijîn û li wî gundê jî ew yekemîn penaber in. HÊSTIRÊN ÇAVÊN BEKHAL Derhener: Lauand Omar Cast : Ozzie Aziz, Aware Xan, Fuad Kamo. Kurdistan (Iraq) 2005 / 85m / Kurdish (Sorani) Gundekî biçûk li basurê Kurdistanê. Bekhal keçeke ciwan e û dixwaze ji jiyana xwe tistekê çêbike. Lê, dayîk û bav, xwedî pîlanên cûda ne ji bo keça xwe. Ew pêwîst nabînin ku keça wan biçe Zanîngehê. Hêviya wan ew e ku Bekhal li mal bimîne û karê malê bike û pistre jî bi kurmamê xwe, Sivan re bizewice. Bekhal belkî vê yekê protesto bike li belê ew rastîn jî ketiye davkê. BÊRÎTAN Derhener: Halil Uysal, Jinda Baran, Dersim Zeravanr Cast: Beritan Cûdi, Jinda Baran, Rubar Qamislo, Ömer Harran, Jinda Wan, Nugayla, Beritan Boran, Gesbun, Sterk Amed, Dersim Zeravan, Xebat Serhat, Rezan Iran, Andok Amed, Ahin Qubani, M.Emin, Bager Mardin, Raperin, Hasan Afrin, Erkan Safir. Kurdistan (Iraq) 2006 / 180m / Kurdish (Kurmanji) and Turkish Li serê çiyayên Kurdistanê hatiye kisandin, û listakvênên vê fîlmê gerîlayên rastîn bi xwe ne. Ev çîrokeke rastîn ya jin-egîta bi navê Bêrîtan -Gulnaz Qeretas e ku çûbû ketibû nava refên gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê. Bêrîtan him helbestvan û him jî servaneke azadiyê ye. Ew her wiha li dij sasiyên hin serbazên PKK’ê jî ser dike. Di serê dawî de, ew xwe bi egîtane ji zinarekî diavêje pistî ku berikên wê bi dawî dibin DAVID Û LEYLA Derhener: Jalal "Jay" Jonroy Cast: David Moscow, Shiva Rose ,Callie Thorne, Peter Van Wagner, Polly Adams, Ed Chemaly, Will Janowitz, Hany Kamal, Yousef Kamal. Emerika 2006 / 108m / in English (some Kurdish, Arabic and Hebrew ) Komediyeke pir xwesik ya New Yorkê di derbarî, sehwet, evîn û malbatên mezin de. Li New Yorkê, cihûyekî Emrîkî, yê bi navê David ku ku qenalekê televîzyonê de bernameyeke bi navê Seks û Bextewarî pêskês dike, çav ber dide Leyla, keça Kurd ya xwînsîrin û misilman ku serîlêdana wê ya ji bo penaberiyê hatiye redkirin. Leyla, ku bi pasvesandinê re, rû bi rûye, divê ku biryarekê girîng bide. Ew ê yan bi Davidê cihû yan jî bi tixtorê misilman Ahmed re bizewice. Dema ku David Leyla bas nas dike, ew dibe evîndarê Leyla. Ji ber ku ew dibîne ku Leyla keçeke xurt, zîrek, jêhatî û dilnaz e û ew ji çanedeke kevnar ya ku disibe çanda cihûyan tê. Gelo, ew ê evîna rastîn bikare li dij pêsinhikumtiya Civakê û pêkoliya/zordariya Medyayê ser bikeve. Bersîv di nav vê fîlma orîjînal û watedar da ye. Filmen Belgewar >>> çavkani: London Kurdish Film Festival |
Derheneren Kurd Bahman Ghobadi Jalal Jonroy Hiner Saleem Kazim Oz Jamil Rostami Jano Rosebiani Made Omed Masoud Arif Salih & Hussein Hassan Ali Jiyar Gol Yilmaz Arslan Arin Inan Arslan Ozay Sahin Lauand Omar Akram Suleyman Mujde Aslan Halil Uysal Mede Dilek |
|
|